Serokê Gistî yê CHPê: Nabe hilbijartin were bipasxistin

14 February 2023 16:34 0 dîtin
Serokê Gistî yê CHPê: Nabe hilbijartin were bipasxistin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di derbarê nîqaşên ku ji ber erdheja Mereşê, dibe ku hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê bên paşxistin, axivî. Kiliçdaroglu da zanîn ku nabe hilbijartin were paşxistin.

Kemal Kiliçdaroglu, li ser nîqaşên taloqkirina hilbijartinên serokomariyê yên ku tê payîn di meha gulanê da bên kirin, piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê pêk hatin, pirsên rojnameger Murat Yetkin bersivandin.

 Serokê Giştî yê CHPê, bal kişand ser rewşa hilbijartinên ku dê di mehên pêş de li Tirkiyeyê bihatana kirin û got,

“Destûra bingehîn, gelek zelal e. Lê di rewşa şer de hilbijartin dikare were bipaşxistin. Ji ber ku şer tune ye, hilbijartin nayê bipaşxistin. Kes nikare bi îcadkirina hincetên ji bilî destûr û qanûnan ji xwe re pîvanek qanûnî biafirîne. Makezagonek heye. Heger em bibêjin 'Tirkiye dewleteke hiqûqê ye' ev yek nayê kirin."

Kiliçdaroglu got, "Di bin daxwazên taloqkirina hilbijartinê de vîna  revîna ji hilbijartinan heye û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Lê belê dixwazin bi rêya YSKê vê vînê pêk bînin, ango li gorî berjewendiyên xwe yekcar biryarên taybet bidin. Gotina Birêz Arinç vê yekê nîşan dide. Ez dubare dikim; Normên qanûnî yên taybet nayê damezirandin. Ya ku divê bê kirin ew e ku tavilê roja hilbijartinê bê diyarkirin. Gelo 14ê Gulanê wekî hilbijartina pêşwext be yan jî 18ê Hezîranê di dema xwe de ji hilbijartinan dûrketin kêrî tu kesî nayê. Lê dê hemû welat zirarê bibîne.”