Hevserokê Gistî yê HDPê Sancar: Doza girtinê ji pistî hilbijartinê re bihêlin

10 March 2023 14:00 0 dîtin
Hevserokê Gistî yê HDPê Sancar: Doza girtinê ji pistî hilbijartinê re bihêlin

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar diyar kir, ji bo biryara girtina HDPê heta hilbijartinê bihêlin wê dîsa serlêdanê bikin.

Sancar di bernameya Çalar Saat a Fox TVyê de pirsên Îlker Karagoz bersivand.

"Muxatabê me Kiliçdaroglû ye"

Sancar derbarê pêvajoya hilbijartinê da wiha got, "Weke ku me berê jî ragihandibû, em ê bi tifaqên xwe biçin hilbijartina parlementoyê, lê bi maseyê ra hevdîtineke cuda çênabe. Muxatabê me Kiliçdaroglu ye."

Îdîaya “Ji HDPê re Wezaret”

Sancar bertek nîşanî îdiayên "Ji HDPê re Wezaret" da û got, "Bendewariyeke me ya wiha nîne, em ketina nava vê nîqaşê jî manevrayeke pûç dibînin."

"Niha me daxwaznameya randevûyê negirtiye?"

Têkildarî gotina namzetê Serokkomariyê yê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya "Ez ê biçim HDPê" got, tu daxwaza randevûyê niha negihîştiye me.

"Em ê bêyî ku pêvajoyê dirêj bikin serlêdana xwe bikin"

Sancar da zanîn, ji bo biryara derbarê HDPê de biryara girtinê heta hilbijartinê bihêlin wê dîsa serlêdan bikin. Sancar got, "Nayê qebûlkirin ku nediyariyeke bi vî rengî ji hilbijêran re were nîşandan. Piştî ku YSK salnameya hilbijartinê eşkere kir, em ê bi parêzerên xwe re binirxînin. Bêyî ku pêvajoyê dirêj bikin em ê serlêdana xwe bikin."