Hevserokên Gistî yên HDPê: 2023 wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê

31 December 2022 16:04 0 dîtin
Hevserokên Gistî yên HDPê: 2023 wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê

PeyamaKurd Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi wesîleya sersalê peyamek parve kirin.

Di peyama ku hat gotin, "2023 wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê" daxuyaniyên "Ji bilî têkbirina tariyê tu çare nîne" hatin dayîn.

Peyama sala nû ya HDPê wiha ye:

“Em bi hêvî ne, em bawer dikin ku li gel zêdebûna şer û mirinan, birçîbûn û xizaniyê, rabûna faşîzm, bêhiqûqî, tarîtiya li cîhanê û welatê me em ê biguherin.

Gelên Tirkiyeyê neçar in ku di sala 2023an û şûnde bi hevdîtinên azadî, aştî, demokrasî û edaletê tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî ancax bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dikare ji hev belav bibe û bigihêje aştî, azadî, demokrasî û bihara rengîn.

Ji guhertina vê rejîma xerab a ku gel bê nefes hişt, pir hindik maye. Sala 2023yan wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin! Sersala me piroz be!”