Dibe ku ew serokwezîr bibe sekretera gistî ya NATOyê

03 April 2024 17:32 0 dîtin
Dibe ku ew serokwezîr bibe sekretera gistî ya NATOyê

PeyamaKurd – Hate îdiakirin kesa herî nêzîkî li şûna Jens Stoltenberg bibe sekretera giştî ya NATOyê serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas û piştgiriya sê welatên zilhêzên NATOyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê jî wergirtiye.

Li gorî kovara Estonian Worldê piştî bidawîbûna erka Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji bo heyama nû nirxandin li ser navê Kaja Kallas têne kirin ku piştevaniya Amerîka, Brîtanya û Fransayê standiye.

Hatiye diyarkirin ku Kaja bi daxuyaniyên xwe yên piştevaniya xurt a Ukraynayê û nêrînên analîtîk ên ser Rûsyayê tê naskirin û niha ji bo bibe sekretera giştî ya NATOyê namzeda favorî ye.

Weşana fermî ya Estonya ERR jî Kanûna 2023yan dabû xuyakirin, Kallas li serdana Washingtonê gotiye, ger erka Stoltenberg piştî salekê bidawê bibe, dibe ku bibe namzedê sekreketiya giştî ya NATOyê.