Hat ragihandin ku wê Sophie Wilmes bibe sekretera gistî ya NATO yê

08 February 2022 01:48 0 dîtin
Hat ragihandin ku wê Sophie Wilmes bibe sekretera gistî ya NATO yê

PeyamaKurd – Wextê wezîfa sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltemnberg di 1 ê cotmehê de diqede û hat ragihandin ku wê wezîra karên derve ya Belçîkayê Sophie Wilmes bikeve şna Stoltenberg.

Wilmes, di wexta destpêka Kovid-19 ê de, ji bo demekî bûbû serokwezîra Belçîkayê û niha wezîra karên derveye. Eger Wilmes bibe serkereta giştî ya NATO yê, dê ev cara yekem ku jinekî bibe sekretera NATO yê.

Sophie Wilmes siyasetmedareka wisaye ku tiştekî nehatibe erêkirin û tenê gotin be, li ser wan tiştan şiroveyan nake. Lewra ji şiroveyan xwe dûrxist û di mijarê de tiştekî negot.

Wilmes zewicandiye û diya 4 zarokaye.