Serokwezîrê berê yê Pakistanê wê di hilbijartinên gistî yên 2024an de bibe namzed
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê berê Îmran Xanê ku li Pakîstanê girtî ye di hilbijartinên giştî yên 8ê Sibata 2024an de wê ji girtîgehê bibe namzedê parlamenteriyê.
Li gor nûçeya di medyaya neteweyî de Serokê Partiya Çalakiya Edaletê ya Pakîstanê (PTI) Gohar Xan li Rawalpindî ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku Îmran Xanê girtî wê di hilbijartinên giştî yên Îslamabad, Lahore û Mianwaliyê de ji bo parlementeriyê bikeve pêşbirkê.
Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Pakîstanê parvekirine, wê 175 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên giştî yên pêşerojê bibin.
Di hilbijartinên giştî yên ku tê plankirin di 8ê Sibata 2024an de li welêt bên kirin de 128 milyon û 585 hezar û 760 kes ku 69,2 milyon jê mêr û 59,3 milyon jê jin in, mafê dengdanê hene.
Pisporan tekez kirin ku Xan ji bo beşdarbûna hilbijartinan neçar e şerekî dirêj yê yasayî bike û diyar kirin ku serokwezîrê berê ji aliyê teknîkî ve mafê ketina parlamentoyê heye, lê gelek doz li dijî wî hene.
- Îmran Xan di 5ê Tebaxê de hat girtin
Îmran Xan di 5ê Tebaxê de ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û piştî ku dadgehê biryara girtinê derbarê wî de ji ber dosyaya gendeliyê ya ku lê dihat darizandin derxistibû.
3 sal cezayê girtîgehê yê ku ji bo serokwezîrê berê Xan di çarçoveya dosyaya gendeliyê de hatibû dadkirin, di 29ê Tebaxê de hatibû taloqkirin û biryar hatibû dayîn ku Xan bi kefalet were berdan, lê di 30ê Tebaxê de dadger Ebul Hasnat Zulkarneyn biryar da. Li ser daxwaza dozgeriyê dema desteserkirina Îmran Xanê ku bi "veşartina sirên dewletê" dihat sûcdarkirin, dirêj kir.
- Hilbijartinên giştî yên dawî di sala 2018an de hatin kirin
Herî dawî hilbijartinên giştî li Pakistanê di 25ê Tîrmeha 2018an de hatin kirin û hikûmeta Îmran Xan dest bi kar kir.
Di dengdana pêbaweriyê ya ku di 10ê Nîsana 2022an de li Parlamentoya Pakistanê hat kirin, hikûmeta Îmran Xan bi 174 dengên "na" ket.
Şehbaz Şerîf, birayê Newaz Şerîf ku sê caran serokwezîr bû, di hilbijartina 11ê Nîsana 2022an de li Meclîsê bi piraniya mutleq bi 174 dengan hate hilbijartin û heta Tebaxa 2023an welat bi rê ve bir.
Anvarul Hak Kakarê serokwezîrê hikûmeta demkî ya ku dê heta hilbijartinên giştî li welêt birêve bibe di 14ê Tebaxa 2023an de sond xwar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin