Serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Serîf ji doza gendeliyê beraet kir

30 November 2023 02:08 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Serîf ji doza gendeliyê beraet kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê Newaz Şerîf ji doza gendeliyê an ku ruşwetê beraet kir lê serokwezîrê berê yê din Îmran Xan ceza sitend û wê nebe serokê partiya xwe.

Nawaz Şerîn bi sûcê ku li Brîtanyayê 4 daîreyên biha kiriye dihat tewanbarkirin û perê ku ji xwe û malbata xwe re li Brîtanyayê bi wan daîreyan kiriye, weke perê gendeliyê dihat navandin.

Li gor çapemeniyê Şerîf, celsa doza wî li dadgeha bilind ya Îslamabadê hat dîtin û di encamê de beraet kir. Şerîf berê ji heman dozê bi cezayê 10 salan hatibû cezakirin lê cezayê wî xera bû bû.