Serokwezîrê Pakistanê Sahbaz Serîf wê alîkariyê bide Azad Cammu Kesmirê

13 May 2024 20:35 0 dîtin
Serokwezîrê Pakistanê Sahbaz Serîf wê alîkariyê bide Azad Cammu Kesmirê

PeyamaKurd – Li ser zêdekirina bihayên xida, ardû û elektrîkê ya li herêma Azad Cammû Keşmîra ku dikeve nav sînorê Pakistanê, ji ber xelk dest bi protestoyan kir, serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf wê bi miqdarê 82,6 milyon dolar alîkariyê bide xelkê herêmê.

Li gor rojnama Dawnê ya Pakistanê; ji serokwezîrtiya Pakistanê hatiye ragihandin ku serokwezîr Şerîf bi sedema zêdebûna protestoyên li hemberê zêdekirina bihayên xida, ardû û elektrîkê, Şerîf li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê bi rêvebirên xwecîh yên Azad Cammû Keşmîrê re civiyaye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Şahbaz Şerîf ji bo di bihayê lektrîkê de kêmkirinê bikin, bihayê ardê daxînin li dora 82,6 milyon dolar wê bişîne herêmê.

Li herêmê gelek çalakvanan xistine binçav û di çarçoveya çalakiyan de gelek avahiyên hukumetê, dibistan û hinek kargehan girtine. Xizmêtên înternetê û telefonên destî hatine rawestandin.

Li herêma Azad Cammû Keşmîrê 4 roje xwepêşandan dewam dikin, 1 polîsekî jiyana xwe ji dest daye û 90 kes birîndar bûne.

Cammû Keşmîr welatekî bi serê xwe ye lê di navbera Pakistanê û Hindistanê de kirine du par. Heya 2 sal berê li perçê Hindistanê otonomiya wan hebû lê rêvebiriya Hindistanê wê otonomiyê jî bi qanûnekî ji ortê rakir.