Sahbaz Serîf bû serokwezîrê nû yê Pakistanê

11 April 2022 17:53 0 dîtin
Sahbaz Serîf bû serokwezîrê nû yê Pakistanê

PeyamaKurd – Li Pakistanê piştî hilweşandina hikûmeta Îmran Xan di dengdana yekem a parlamentoyê de namzedê opozîsyonê Şahbaz Şerîf bû serokwezîrê nû yê Pakistanê.

Di dengdana parlamentoya Pakistanê ya îro 11ê Nîsanê pêk hat de, Serokê Ligi-Navaz ê Misilmanên Pakistanê (PML-N) Şahbaz Şerîf bi 174 dengan wek serokwezîrê nû yê Pakistanê hat hilbijartin û bû 23yemîn serokwezîrê Pakistanê.

Partiya Tevgera Dadwerî ya serokwezîrê berê Îmran Xan, rûniştina hilbijartina serokwezîr a li parlamentoyê boykot kir û zêdetirî 120 parlamenteran jî karvekêşana xwe dan.

Îmran Xan piştî ku 9ê Nîsanê ji posta serokwezîriyê hat xistin, banga xwepêndanan li alîgirên xwe kiribû û biryara hilweşandina hikûmetê wekî destwerdana derve pênase kiribû.