Sahbaz Serîf dubare bû Serokwezîrê Pakistanê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di dengdana parlamena Pakistanê de Şahbaz Şerîf cara duyemîn bû serokwezîrê Pakistanê.
Li gorî nûçeya rojnameya The Dawn, Şahbaz Şerîf wek namzedê hevpar ê hevpeymaniya ku ji PML-N, Partiya Gel a Pakistanê (PPP) û partiyên siyasî yên cuda pêk tê, bû serokwezîrê nû yê Pakistanê.
Şerîf di navbera salên 2022-2023an de jî serokkomarê Pakistanê bû.
Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîfê ku 3 serdeman serokwezîrtiya Pakistanê kiribû û di hilbijartina 11ê Avrêla 2022an de bi 174 dengan wek serokwezîr hatibû hilbijartin û heta Tebaxa 2023an welat birêve biribû.
Serokê Parlamenaa Neteweyî ya Pakistanê Serdar Ayaz Sadik ragihand ku Serokê Partiya Misliman a Pakistanê (PML-N) Şehbaz Şerîf bi wergirtina 201 dengan cara duyemîn wek serokwezîrê Pakistanê hate hilbijartin.
Li gorî nûçeya rojnameya The Dawn, Şahbaz Şerîf wek namzedê hevpar ê hevpeymaniya ku ji PML-N, Partiya Gel a Pakistanê (PPP) û partiyên siyasî yên cuda pêk tê, bû serokwezîrê nû yê Pakistanê.
Di hilbijartinên serokwezîrtiyê de hevrikê Şahbaz Şerîf, Omer Eyûb Xanê namzedê Tevgera Dadparêz a Pakistanê (PTI) ya serokwezîrê berê Îmran Xan, 92 deng stendin.
Şerîf di navbera salên 2022-2023an de jî serokkomarê Pakistanê bû.
Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîfê ku 3 serdeman serokwezîrtiya Pakistanê kiribû û di hilbijartina 11ê Avrêla 2022an de bi 174 dengan wek serokwezîr hatibû hilbijartin û heta Tebaxa 2023an welat birêve biribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin