Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan hat girtin
PeyamaKurd – Polîsên Pakistanê bi biryara dadgehê serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Xan li mala wî ya li Lahorê girtin.
Li gor nûçeyên ku di medyaya Pakistanê de hatine belavkirin, Xan di dadgeha ku tê de dihat darizandin de ji ber ku hûrgiliyên diyariyên di dema serokwezîrtiya xwe de stendin eşkere nekir, sûcdar hat dîtin.
Dadgeha Îslamabadê 3 sal cezayê girtîgehê li Xan birî û ji bo wî biryara girtinê hebû.
Sekreterê Giştî yê Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Omer Eyûb Xan ragihand, Îmran Xan di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X a ku berê bi navê Twîtterê dihat naskirin, hatiye girtin.
Wezîrê Dad û Hiqûqê yê Pakistanê Azam Nazir Tarar beriya niha diyar kiribû ku Îmran Xan 5 salan ji siyasetê hatiye qedexekirin.
Li gor qanûnên Pakistanê serokwezîr, wezîr, burokrat û karbidestên payebilind ên hikûmetê mecbûr in diyariyên ku ji dewletên biyanî distînin ragihînin dezgeha bi navê "Toshakhana". Hat diyarkirin diyariyên, di serdema hikûmeta PTIyê de ji Îmran Xan re hatine kirin nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin