Polîs avêt ser mala serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan

20 May 2023 00:56 0 dîtin
Polîs avêt ser mala serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan

PeyamaKurd – Li Pakistanê polîs avêt ser mala serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan. Mala Xan li Lahorê li Parka Zamanê ye û polîs di malê de lêgerînê kir. Di navbera terefdarên Xan û polîsan de xirecir çêbû. Ji bo polîs karibe di malê de bigere, belge xwestine lê polîs nikaribûye belga îznê ya lêgerîna xanî nîşan bide.

Xan, ji dadgehê ji bo 2 hefteyan di 12 ê gulanê de bi kefalet serbest hatibû berdan lê heya niha wexta kefaleta wî tije nebûye. Roja çarşema borî hukumeta Pakistanê ragihandibû ku di mala Xan de 40 kesên firar ehene û xwestibûn k udi nav 24 sietan de teslîm bibin.