Peru: Polîs avêt ser mala serokkomarê Perûyê, Boluarte

30 March 2024 19:46 0 dîtin
Peru: Polîs avêt ser mala serokkomarê Perûyê, Boluarte

PeyamaKurd – Polîsê Perûyê bi sedema serokkomarê Perûyê Dina Boluarte beyana seetên biha yên lüks nedaye dewletê, di derbarê wî de lêpirsînê kiribûn û îro avêtin ser mala wî û deriyê malê bi hesinê giran şikandin. Şikandina derî û avêtina ser malê bi fermana serdozgerê Perûyê hat kirin.

Mala serokomar li bajarê Lîmayê li taxa Surquilloyê ye. Polîs li seetên luks yên ku di nav malên xwe de beyana wan nedaye, geriyan. Di wexta avêtina ser malê de Boluarte ne li malê bû ye.

Boluarte, ragihandibû ku ji zarokatiya xwe de dixebite û bi perê qezenc kiriye wan seetan kiriye. Dema bû serokê dewletê jî gotibû:

“Ez bi desten xwe yên paqij hatim qesrê û ez ê bi destê xwe yê paqij jê derêm.”