Doktorekî avêt ser mala xezûrê xwe û 4 kesan kust

14 March 2025 00:08 0 dîtin
Doktorekî avêt ser mala xezûrê xwe û 4 kesan kust

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê, ber destê êvarê, kesekî bi çekê êrîşî ser mala xezûrê xwe kir û di encamê de 4 kesan kuşt û kesekî birîndar kir.

Li gor agahiyên Rûdawê, kesê bi navê S.M. ku dibêjin doktore, avêt ser mala xezûrê xwe û bi çekê li wan xist.

Yên di êrîşê de mirine, doktora hevjîna doktor S.M., xezûrê wî, xesûwa wî û keça wî ne.