Bi çek û cilên leskeran avêtin ser malê û ji heman malbatê 6 kesan kustin

21 August 2024 23:04 0 dîtin
Bi çek û cilên leskeran avêtin ser malê û ji heman malbatê 6 kesan kustin

PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Selahaddînê, li navça Samarrayê li nahiya Abbasiyê kesên çekdar û cilên leşkeran li xwe kiribûn, avêtin ser malekî û ji heman malbatê 6 kesan kuştin.

Hêzên asayîşa Iraqê 7 kesên ku dibe têkiliya wan bi bûyerê re hebe xistine binçav. Şêwirmendê parêzgerê bajarê Selahaddînê yê ji ewlehiyê berpirs Kawa Şehanî ji bo Rûdawê ragihandiye ku kesên bi unîformayên leşkeran û bi çekan avêtine ser malê, di nav malê de Rabaj Adnan Huseyin (36), Ezher Cemal Ali (18), Ayser Cemal Ali (14), Asmahan Cemal Ali (16), Hayder Cemal Ali (10) û Nurattin Cemal Ali kuştine.

Kawa Şehanî ragihandiye ku bav û kalê zarokan di sala 2021an de, bi heman şêweyî ji aliyê çekdaran de hatine kuştin û 7 kesên xistine binçav li nahiya Abbasiyê dijîn.

Hucra çapemeniya asayîşê ya hukumeta Iraqê jî ragihandiye ku li ser bûyerê delîlên girîng bidest xistine û bi sedema kiryarê kirine, hinek kesan xistine binçav.

Li nahiya Abbasiyê hemwelatiyên ji mezhebê Sunnî dijîn û kesên di bûyerê de hatine kuştin jî Sunnî ne.