Çekdaran avêtin ser civîna li malê û 9 kesan kustin
PeyamaKurd – Li rojhilatê Meksîkayê grûbekî çekdar avêt ser malekî ku tê de civîn dihat kirin û 9 kesan kuşt. Li gor ragihandina çapemeniya Meksîkayê; li bajarê Atlixco li taxa Francisco Madero yê, kesên çekdar avêtin ser kesên ku di malê de civiyabûn wan gulebaran kirin.
Li ser agahdarkirina polîsan, dema polîs diçin malê dibînin ku 3 ji wan jin 9 kes hatine kuştin û yek ji wan jî giran birîndare.
Hukumet difikire ku bûyer ji ber şerê navbera çeteyên maddeyên hişbir derketiye. Li Meksîkayê di sala 2021 ê de, ji ber şerên di navbera çeteyan de 33.308 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin