Êrîsê ser malê kirin û 6 kesan kustin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Californiayê li bajarokê Tularê hinek kes êrîşê ser malekî kirin û 6 kesan kuştin. Di nav kuştiyan de bebekekî 6 mehî heye. Rêvebirê polîsê Tularê Mike Boudreaux ragihand ku di êrîşê de herî kêm 2 kes hebûne û li her 6 kesan xistine. Boudreaux, bûyerê weha ragihand:
“Bûyer ne ji rêzê ye. Em bawerin ku malbatekî kirine hedefa xwe. Di êrîşê de çete hene û dibe mijar bi maddeyên hişbir re têkildar be. Hefteya borî di mala ku tê de êrîş hat kirin, bi sedema maddeyên hişbir tê de lêgerîn hatiye kirin.”
Piştî êrîşê gelek ambulans û polîs çûne ciyê bûyerê. Hinek ji yên kuştî di nav malê de û hinek ji wan di derveyê malê de bûn e. Kuştiyek jî li nexweşxanê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin