Êrîsê gund kirin û 95 kesan kustin
PeyamaKurd- Li welatê Maliyê grûba bi navê Dogon ku ji aliyê etnîsîte de cudaye,hêzên çekdar êrîş birin ser gundê wan û herî kêm 95 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandina êrîşê ji aliyê televîzyona Fransa de ji aliyê France 24 de hat dayîn ku ew jî bingeha nûçeya xwe dibe ser çavkaniya wezareta bergiriyê ya Fransayê.
Li welatê Maliyê ji sala 2012an û heya niha bi taybetî li bakûr û orta wê, şer û pevçûnên şiddetê çêdibin.
Di 23 yê adara borî de, li gundê bi navê Ogossagouyê ku bineciyên wî gundî Fulanine, êrîşkarên ku navê grûba nêçîrvan Dozos ku li ser cilên wan hatibû nivîsandin, êrîş biribûn ser gund, 160 kesî kuştibûn, 65 kesî birîndar kiribûn û gelek xaniyan şewitandibûn.
Niha li Maliyê 4 hezar leşkerên Fransayê û di bin pêşivaniya Neteweyên Hevgirtî de 15 hezar hêzên aşitiyê (MINUSMA) hene lê heya niha nikaribûne tehdîdê ji nav bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin