Gundên Kobanê hatin bombarankirin: 3 kesan can da

28 January 2025 14:39 0 dîtin
Gundên Kobanê hatin bombarankirin: 3 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku duh balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê şeva din gundê Um Hermelê yê Kobanê bombebaran kir.

Li gorî nûçeyeke medyaya Rojavayê Kurdistanê; di encama vê bombebaranê de ji heman malbatê 3 kesan can da û 4 kes jî birîndar bûn. 

Nasnameya kesên ku canê xwe ji dest da, bi vî awayî ye: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35), û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok). 

Birîndar jî ev kes in: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo û Sîham Deham El Siyad.