Gundên Duhokê hatin bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

27 January 2025 13:03 0 dîtin
Gundên Duhokê hatin bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Gundê bajarokê Dinarte yê navçeya Akrê ya Duhokê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin. 

Rêveberê Navçeya Dînarte Serbest Sebrî got, “Di encama bomberdûmana li ser sînor de 2 welatî şehîd bûne.”

Rêveberê navçeyê anî ziman ku welatiyên jiyana xwe ji dest dane ew gundî ne ku li gundê Bamîşmîş qeyda xwe kirine.