Gundewarê Sirîn, Kobanê û derdora Tisrînê cardin hatin bombe kirin
PeyamaKurd – Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku îro 17ê Adarê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, bi çekên giran derdora bajarê Sirînê û başûrê bajarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.
Hate diyarkirin ku topbaran heta danê êvarê dewam dikir û gundê Qeseq ê gundewarê Sirînê jî bi çekên giran hate lêdan.
Li ser ziyanên topbaranan ti zanyarî nehatin parvekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro danê sibehê jî gundê Berbexbotan ê Kobaniyê bi dronan hatibû bombekirin û maleke sivîlan bûbû armanca êrîşê ku bi kuştina 9 kesên sivîl komkujiyek pêk hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin