SOHRê amarên pevçûnên li derdora Bendava Tisrînê eskere kir
PeyamaKurd – Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji 12ê Kanûna 2024an heta niha 603 kes di pevçûnên li derdora Bendava Tişrîn û Pira Karakozakê de hatine kuştin.
Li gorî amarên dawî, di şer û pevçûnan de 458 endamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û 90 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dane. Di pevçûnan de 55 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in.
Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku şervanên wan di 8ê Sibatê de êrîşî baregeheke artêşa Tirk a li rojhilatê Minbicê kirine.
Herwiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê nanpêja dikandarekî Minbicê topbaran kirin.
Xwediyê firinê bertek nîşanî bombekirina firna xwe da û got: “Bi zanebûn hatiye bombekirin. Bomberdûman ji aliyê bakur ve hat… Binêrin, ma maqûl e ku meriv van kiryaran bike? Wê kî ji ber van sûcan hesab bide? Heta dijminê me jî tiştekî wiha nekir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin