HSDê amarên ser û pevçûnên 45ên dawiyê eskere kirin

23 November 2019 17:03 0 dîtin
HSDê amarên ser û pevçûnên 45ên dawiyê eskere kirin

PeyamaKurd - Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HSDê encamên 45ên şer û pevçûnên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 45an ên şer û operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê, eşkere kirin.

Daxuyaniya HSDê wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên girêdayî wê li seraserê xeta eniyê êriş û tevgera xwe ya dagirkeriyê domandin. Li gel êrişkirina gelek qadan, artêşa dagirker tevgera xwe ya li ser Rêya M4 a navdewletî jî zêde kir."

Til Temir

"Artêşa dagirker û komên bi ser ve, li gundê Leylan hewl da qadên nû dagir bikin û tevgera xwe li herêmê berdewam kir."

Eyn Îsa

Li herêma gundê Mesûdiyê, artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser herêmên sîvîl. Her wiha cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker di hundirê depoya genim de teqiya û di encamê de hejmarek çete û leşkerên artêşa dagirker mirin.

Qiz Alî

"Hêzên dagirker li herêma gundên Kefîfa û Zenûba bi obus û tankan topbaran li dar xistin. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên keşfê bê navber berdewam kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de hevalekî me şehîd ket, hevalekî me jî birîndar bû."