Rejîma Samê êrisî HSDê kir: Pevçûnên tund hene!

07 August 2024 11:59 0 dîtin
Rejîma Samê êrisî HSDê kir: Pevçûnên tund hene!

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrezorê yê rojhilatê Sûriyê di navbera hêzên rêjîma Esed û HSDê de şerên dijwar diqewimin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên ‘Parastina Welat’ (Dîfayî El-Wetenî) li parêzgeha Dêrezorê ya ser bi Iraqê ve ragihand ku wan êrişî herêmên rojhilatê Sûriyê kirin. Firat di bin kontrola HSDê de ye.

Li gorî daxuyaniyê, niha di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku herêma xwe diparêze û hêzên rêjîma Sûriyê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Di daxuyaniya HSDê de hat gotin, “Hêzên rejîmê û komên girêdayî hêzên bi navê Difayî El-Wetanî dOh êvarî bi top û hawanan êrişî bejahiyê li herêmên çemê Firatê yên li rojhilatê Dêra Zorê kirin."

Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî HSDê, komên leşkerî yên Hecîn û komên alîgirên Sûriyeyê de li derdora gundên Dîban, El-Letwa û Ebû Hemam didomin.