Tehrîr El-Samê hêrisî hêzên rejîma Sûriyeyê kir: 12 lesker hatin kustin

05 September 2024 15:57 0 dîtin
Tehrîr El-Samê hêrisî hêzên rejîma Sûriyeyê kir: 12 lesker hatin kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama hêrişeke komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ya li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê ya li gundewarê Lazqiyeyê de herî kêm 12 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku koma çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam, wek bersiva topbarana artêşa Sûriyeyê ya li dijî bakur rojavayê Sûriyeyê ku di bin kontrola wan de ye, li dijî hêzên rejîmê yên li eniyên Wadî Kiliz û El-Serraf ên li bakurê Lazqiyeyê hêrişan pêk anî.

SOHRê diyar kir ku di encama hêrişan de yek jê efserek payebilind, 12 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî SOHRê, ev hêrişa çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê, hêrişa herî mezin a ji serê salê vir ve ku tê de hejmarek mezin ji leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin e.

Herwiha ev hêriş piştî wê tê, di çend rojên borî de hêzên rêjîma Sûriyeyê avahiyên sivîlan ên li bajarokê Cesir El-Şixûr ên li parêzgeha Idlibê kiribûn armanc û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin.