Li derdora Bendava Tisrînê bombebaran: Kesek hate kustin 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 15ê Çile artêşa Tirkiyê û çekdaran karwana xelkê sivîl ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşê de welatiyek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, xelkê sivîl ji bo protestokirina êrîşên ser Bendava Tişrînê ev demek e nobetê digire ku beriya niha jî rastî êrîşê hatibûn. Di êrîşa 8ê mehê de jî 3 kesan can dabû û 15 jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin