Xwepêsandana sivîlên derdora Bendava Tisrînê cardin bûn armanca êrîsê: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Sêşemê piştî nîvro artêşa Tirkiyê cardin êrîş bir ser sivîlên li hemberî êrîşan nobedariyê li ber Bendava Tişrînê dikin û di encamê de hejmarek welatîyan can da û birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê êrîş dema xwepêşandana nerazîbûna bo êrîşan hatiye kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan can daye û 20 kes jî birîndar bûne. Hate zanîn ku Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî jî di bombebarana Artêşa Tirkiyê ya li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 8ê Kanûna 2024an ve ku rejîma Sûriyê ya berê hilweşiya artêşa Tirkiyê bi dronan û komên çekdar ên girêdayî wê jî bi çekên sivik û giran êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq a nêzîkî bajarê Kobaniyê dikeve dikin û hewl didin herêmê bixin kontrola xwe.
Ji destpêka êrîşan ve heta niha 15 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne ku yek ji kesên di êrîşan de can dabû şanogerê navdar ê Kurd Bavê Teyar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin