Ji SOHRê bîlançoya ser û pevçûnên girtîgeha Hesekê: 246 DAISî hatin kustin…
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bîlançoya dawî ya êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê û operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku şev 20ê Çile DAIŞê êrîşî girtîgehê kiribû.
Li gorî amarên dawî yên SOHRê belav kirine di şer û pevçûnên 10 rojan de, 332 kes hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku 7 ji wan sivîl 79 kes ji hêzên kurd hatine kuştin û hejmara terorîstên DAIŞê yên hatine kuştin jî 246 kes e ku bi giştî 332 kes di wan şer û pevçûnan de hatine kuştin.
HSDê doh 30yê Çile ragihandibû ku operasyona paqijkirinê ya girtîgehê bidawî hatiye û ew dê di demek nêzîk de amar û hurgiliyên encamên operasyonê ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin