HSD: Me plana DAISê ya serdegirtina girtîgeha Hesekê têk bir

16 February 2025 09:34 0 dîtin
HSD: Me plana DAISê ya serdegirtina girtîgeha Hesekê têk bir

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ecbar Dawûd ragihand ku hêzên wan plana çekdarên DAIŞê ya êrîşa ser girtîgeheke parêzgeha Hesekê têk daye.

Berdevkê HSDê eşkere kir ku ji meha Kanûna 2024an heta niha DAIŞê 27 caran êrîşî herêmên wan kiriye û da zanîn, wan planeke nû ya DAIŞê ya êrîşa girtîgeheke Hesekê têk biriye.

Dawûd bêyî ku navê girtîgeha ku DAIŞê dixwest êrîş bike eşkere bike, da zanîn ku wan tedbîrên pêwîst wergirtine da ku rê li ber planên din ên bi vî rengî bên girtin.

Berdevkê HSDê got ku piştî hilweşandina rejîma Esed û çêbûna valahiya ewlehiyê DAIŞê dest daniye ser çekên rejîma berê.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 60 hezar çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê dimînin û herwiha nêzî deh hezar girtiyên DAIŞê jî li girtîgehan dimînin.