HSD pistî êrîsa DAISê ya girtîgeha Hesekê kete alarmê!
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî êrîşa 20ê Çileyê ya ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê di nav xwe de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên pêbawer gihîştine PeyamaKurdê HSDê piştî êrîş û reva girtîyên DAÎŞê ji girtîgeha Xiwêran di nav xwe de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin û ji niha ve gelek kes bi gumana îhmalkariyê hatine girtin.
“HSDê di çarçoveya lêpirsînê de yek ji wan Kurd 11 kes girtin”
Li gorî zanyariyan; kesekî ji Kobaniyê çûye Reqayê û li wir di vîlayekê de bicih bûye û gelek otomobîlên wî yên taybet hebûne ji aliyê HSDê ve hatiye girtin.
Herwiha HSDê li navenda bajaroka Eyn Îsayê jî welatiyekî xwedî nasnameya Tirkiyê û deh kesên din di çarçoveya heman lêpirsînê de girtine.
Hatiya diyarkirin ku wê ji aliyê HSDê ve lêpirsîn û girtina gumanbarên êrîşa girtîgeha Hesekê dewam bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşa DAIŞê ya girtîgehê bi du hefteyan Serokê Amerîkayê Joe Biden bi alîkariya hêzên HSDê li devera Atme ya Idlibê kuştina Xelîfeyê DAIŞê Qureyşî ragihandibû û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî ev peyam belav kiribû:
“Kuştina El-Qureyşî û el Bexdadî li Idlibê, nîşan dide ku DAIŞ ji herêmên derveyî kontrola HSDê piştgirîyê distîne û tê parastin.”
Ebdî herwiha gotibû, kampên DAIŞê li wan herêman hene û rêxistinê xwe ji nû ve kiriye marke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin