Rojava | Pistî êrîsa DAISê ya ser girtîgehê li Hesekê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser bûyerên li Hesekê ku DAIŞê êrîşî girtîgeha Xiwêran kiribû daxuyaniyek da û qedexeya çûnûhatinê li nav bajarê Hesekê hat ragihandin. Asayîşê herwiha da xuyakirin, “Xebatên me ji bo jinavibirina çeteyên DAIŞê berdewam dikin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, diyar dike, “Di encama bûyerên dawîn ên li Hesekê de, hewldana çeteyên DAIŞê ku ji girtîgeha Xiwêran birevin û xwe di nava taxan de veşêrin, hêzên me dê bixebitin heta ku terorîstan tune bikin.”
Di daxuyaniyê de asayiş bang kir, “Li ser wê esasê em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên li jêr tev bigerin û bi me re bibin alîkar:
- Tevgera çûn û hatinê li bajêr heta demeke nediyar hate rawestandin.
- Dema tevgereke biguman li bajêr hebe agahiyê bidin van hejmaran: 0997 512 256 - 0935 142 722.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de got: “Heta tunekirina terorê û peydakirina ewlehiyê li herêmê, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriya hêzên me bike da ku terorê bi temamî tune bikin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyeke din de ragihandibû, di encama şer û aloziyên li girtîgeha Xuwêran a Hesekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin