Rojava | Di êrîsa DAISê de 6 endamên HSD û Asayîsê can dan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa îro 26ê Kanûnê ya terorîstên DAIŞê de ku li nêzîkî girtîgeha Îstixbaratê ya rojavayê Reqayê ew êrîş kiribûn de, 6 şervan û karmendên asayîşa Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Elî Heco ku li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser hatiye belavkirin, di encama êrîşa DAIŞê de 6 kesan can daye.
Hatiye diyarkirin, “Di encama têkbirina êrîşa şaneya DAIŞê de ya vê sibehê li rojavayê Reqayê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên hêzên leşkerî şehîd bûn. Hêzên Ewlekariyê ji bo girtina endamên şaneyê operasyona paqijiyê li herêmê didomînin.”
Li aliyê din berdevkê HSDê Ferhat Şamî jî da xuyakirin ku di encama êrîşê û şer û pevçûnê de, 4 endamên wan can dane û operasyona li dijî çekdarên DAIŞê hatiye destpêkirin, dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin