Rojava | 'Di êrîsên zêdetirî bi 15 dronan de 6 endamên asayîsê û 2 sivîlan can da'

05 October 2023 17:27 0 dîtin
Rojava | 'Di êrîsên zêdetirî bi 15 dronan de 6 endamên asayîsê û 2 sivîlan can da'

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşên bi dronan ên Tirkiyeyê li ser çend deverên Rojavayê Kurdistanê, binesaziya sivîl jî hatiye armanckirin û di encamê de 6 endamên asayîşê û du sivîlan can dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro 5’ê Cotmehê ji danê sibehê ve, Tirkiyê bi zêdetir 15 dronan êrîş kirine û gelek xal, binesazî, saziyên xizmetguzariyê, santrala gaz û petrolê kirine armanc.

Li aliyê din Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman j”î ragihand ku di êrîşên Tirkiyeyê yên îro li ser Rojavayê Kurdistanê de, ne tenê şervanên HSDê û xalên leşkerî hatine armanckirin cihên sivîlan û sivîl jî hatine bombebarankirin.

Asayîşê cih û navendên hatine bombebarankirin eşkere kir:

- Du êrîşên asmanî li derdora kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê.

- Kargehek li gundê Muşeyrifet El-Hemma yê bakurê rojavayê Hesekê, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

- Derdora Bendava Çilaxa.

- Li gundê Xerab Işkê yê başûrê rojhilatê Kobanî, li ser rêya navdewletî M4, motorsîkletek hat armanckirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

- Hin gundên Kobanî, Til Temir û Hesekê.

- Cihê depoyên petrolê li nêzîkî gundê Kirdaholê li başûrê rojavayê Tirbesipiyê.

- Stasyona petrolê li gundê El Qews ê ser bi Qamişlo ve.

- Deverek li derdora stasyona veguhestina avê li gundê El-Rekba li başûrê El-Temerê, ku di encamê de ziyanên madî çêbûn.

- Gundê Til Hebeş ê dikeve başûrê Amûdê ku di encamê de 6 endamên Asayîşa Hundirîn canê xwe jidest dan.