Asayîsa Rojava: 3 endamên me di êrîsên Tirkiyê de birîndar bûn

27 December 2023 19:42 0 dîtin
Asayîsa Rojava: 3 endamên me di êrîsên Tirkiyê de birîndar bûn

PeyamaKurd – Asayîşa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrîşên 26ê Kanûnê yên SÎHAyên (Balafirên bêmirov ên biçek) Tirkiyê de, 3 endamên wan birîndar bûne.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê de hate gotin ku di erîşên SÎHAyên Tirk ên 23yê Kanûnê de binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane, navendên tenduristiyê û kargeh hatine hedefgirtin û hejmarek sivîlan jî can daye û birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku 26ê Kanûnê roja Sêşemê jî bendên wan ên ewlekiyê li Qamişlo, Amûdê û Kobanê hatine armanckirin û 3 endamên wan birîndar bûne û ziyaneke madî ya mezin li rêbendan çêbûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, hedefa van êrîşan hilweşandina aramî ye hate gotin, rêbendên hatin armanckirin tenê dijî şaneyên razayî yên çekdar erka xwe dikin.