Asayîsa Rojava: Di êrîsa Tirkiyê ya Qamislo de 4 endamên me can dan

02 February 2024 18:24 0 dîtin
Asayîsa Rojava: Di êrîsa Tirkiyê ya Qamislo de 4 endamên me can dan

PeyamaKurd – Piştî êrîşa bi balafireke bêmirov a Tirkiyeyê li bajarê Qamişlo bi ser avahiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Qamişloyê de 4 şervanan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Dema hêzên me xwestin biçin navendên xwe ji bo ku pêdiviyên pêwîst ji operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê peyda bikin, êrîş pêk hatiye. Ev jî hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk bi çeteyan re, diyar dike ku dixwaze vejîne û êrîşên terorîst li dijî ewlehiya herêmên me pêk bîne."