Asayîsa Rojava di derheqê teqînên Qamislo de daxwuyanî da

17 January 2025 21:20 0 dîtin
Asayîsa Rojava di derheqê teqînên Qamislo de daxwuyanî da

PeyamaKurd – Li Qamîşlo li ser hev teqîn çêbûn û asayîşa Rojava di derbarê teqînan de daxwuyanî da. Li gor daxwuyaniyê; teqîn ji ber êrîşên Tirkiyê yên bi dronan pêkhatine. Îro li Qamîşlo li taxa Xerbî li pey hev du teqîn çêbûn.

Asayîşa Rojava ya navxwe ragihand ku teqîn ji ber êrîşên Tirkiyê yên bi İHAyan çêbûne. Li ser zerara canî an maddî ti agahî nehat dayîn lê asayîşê got:

“Tirkiye di bombekirinan de ti cudahî nake û hema bombe dike. Tirkiye li başûrê Munbicê li bendava Teşrînê hemwelatiyên ku konwoyan çêkirine, êrîşê wan kir û di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên du caran de, 8 kes can dan û 55 sîvîl birîndar bûn.”