Qamislo | Di navbera Asayîsa Rojava û hêzên rejîma Sûrî de alozî derket

10 April 2022 12:01 0 dîtin
Qamislo | Di navbera Asayîsa Rojava û hêzên rejîma Sûrî de alozî derket

PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên rêjîma Sûriyê de, alozî derket û hêzên asayişa Rojava rêya Balafirgeha Qamişlo girtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê danîne ser taxên Kurdan ên li Helebê yên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li bajarê Qamişlo jî alozî di navbera hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên rejîma Sûriyê de derketiye.

Hat diyarkirin ku hêzên asayişê rêya Balafirgeha Qamişlo ji çûnûhatinê re girtine û dest danîne ser firneya El-Beis a li Qamişloyê.

SOHRê daye xuyakirin ku hêzên asayîşa Rojava dorpêça ser fineya El-Beis li hemberî rejîma Sûriyê wekî zext bikar tînin û dixwazin, hikûmeta Sûriyê rê bide ku sotemenî, gaz û madeyên xwarinê derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin.

Hêjayî gotinê ye, Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13ê Adarê ve xalên kontrolê danîne û rê nadin madeyên xwarinê yên wekî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin. Herwiha xelkê wan taxan jî ji bo rakirina dorpêça rejîmê xwepêşandan kiribûn.