Qamislo | Hêzên girêdayî rejîma Sûrî êrîsî hêzên asayîsa Rojava kirin

21 April 2020 17:13 0 dîtin
Qamislo | Hêzên girêdayî rejîma Sûrî êrîsî hêzên asayîsa Rojava kirin

PeyamaKurd - Endamên Difa El-Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê îro 21ê Nîsanê êrîşî xalên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gorî zanyariyan piştî êrîşê pevçûn di navbera herdu hêzan de derketiye ku hîn agahiyên zelal bi dest neketine.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, Endamên Difa El-Wetenî hewl dane li ser herêma di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Difa El-Wetenî ya li herêma Meqasim a taxa Helko bixin kontrola xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî ku beşek mezin ji bajarê Qamişlo ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin jî Balafirxaneya Qamişlo jî di nav de hin herêmên bajêr di bin deshilata rejîma Sûriyê de ne û hêzan wan li wan deveran bicihkirî ne.