Li Dêrazorê 2 servanên HSDê û 8 çekdarên girêdayî rejîma Sûrî hatin kustin

11 August 2024 08:54 0 dîtin
Li Dêrazorê 2 servanên HSDê û 8 çekdarên girêdayî rejîma Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd -  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku 2 şervanên wan li Dêrazorê di encama êrîşên hêzên girêdayî rêjîma Sûriyeyê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîsî ragihand, di bersivdana êrîşên hêzên girêdayî hikumeta Şamê de, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 2 şervanên wan hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye, ev çend roj in şer û pevçûn di navbera hêzên girêdayî rêjîma Sûriyeyê yên bi navê Dîfa Wetenî û komên Îranî yên piştevanên rejîma Sûriyê û HSDê de li gundewarê Dêrazorê şer berdewam dike.

Li aliyê din hêzên zêde ên leşkerî li cihên pevçûnan hatine komkirin û pêleke mezin a koçberiyê ji deverên bombebaran û pevçûnan ber bi cihên ewletir dest pê kiriye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiriye, di encama şer û pevçûnan de, 16 sivîl hatine kuştin ku 7 ji wan zarok bûn, ji bilî kuştina 2 şervanên HSDê û 8 endamên komên xwecihî yên girêdayî rêjîma Sûriyeyê û Îranê jî hatin kuştin.

Heta niha 35 sivîl û 7 çekdar jî birîndar bûne.