HSDê 2 çekdarên DAISê li Dêrazorê girt
PeyamaKurd – HSDê di encama operasyona ewlehiyê de, 2 çekdarên DAIŞê li derdora çolistana El-Sebha ya Dêrazorê girt.
Li gorî çavkaniyên taybet, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) vê sibehê operasyoneke ewlehiyê li çolistana El-Sebha ya Dêrazorê pêk anî û di encamê 2 DAIŞî di maleke kavilkirî de, nêzî stasyona Tirênê ya li dargerandina kolana 16an girt.
Herwiha çavkanî eşkere dikin, li gel her du çekdaran, çek, demançe, rext û mertal hatin dîtin û piştî dorpêçkirina malê, her du çekdaran xwe radestî HSDê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin