Operasyona hevpar a Koalîsyonê û HSDê: 154 çekdarên DAISê hatin girtin!
PeyamaKurd – Rêveberiya HSDê ku bîlançoya Pêngava Birûskê ya Cizîrê ku ji aliyê hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê li dijî DAIŞê hevpar tê meşandin eşkere kir û ragihand, di operasyonan de 154 çekdarên DAIŞê hatine girtin.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li ser geşedanên dawî yên li Rojava daxuyaniyek da, diyar kir, Pêngava Birûskê ya Cizîrê ku di 29ê Kanûna 2022an de hatibû destpêkirin, bi dawî bûye û di operasyonên ewlekariyê de derbasî qonaxeke nû bûne.
Li ser Pêngava Birûskê ya Cizîrê ku bi hevkariya HSD û Koalîsyonê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê yên li gundewar û sivîlan hate destpêkirin, li Holê, li 55 gundên navçeya Til Hemîs û Til Birakê, li hin cih û herêmên berfireh ên 3 bajarokan û li ser sînorê Sûriye-Iraqê hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya HSDê, di operasyona 8 rojan a li herêmê de 154 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin