Ji HSDê û hêzên Amerîka operasyona hevpar a DAISê: 1 kustî 1 birîndar

29 July 2024 19:38 0 dîtin
Ji HSDê û hêzên Amerîka operasyona hevpar a DAISê: 1 kustî 1 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel hên Amerîkî operasyoneke leşkerî li bajarê Reqayê li dar xistiye û di encamê de çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û yekî din jî birîndar bûye.

HSDê daye xuyakirin, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên girêdayî HSDê li navçeya Kerame ya derdora Reqayê operasyonek li dijî komeke DAIŞê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de çekdarekî DAIŞê yê bi navê Seid Salim Hemdan xwe radest nekir û şer kir. Ji ber vê yekê ji aliyê HSDê ve hate kuştin, herwiha çekdarekî din yê DAIŞê bi birîndarî hate desteser kirin.

HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir, operasyon bi alîkariya hêzên Amerîkayê hatiye pêkanîn û di çarçoveya operasyonê de dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyan.