Hêzên Amerîka û HSDê, li Rojava gera kifsê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku Rewangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) belav kirin, hêzên Amerîkayê li bajarê Hesekê yê Rojava, bi Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) re gera hevpar a kifşê kirine.
Li gorî agahiyên SOHRê, dewriyeyeke leşkerî ya ji 4 wesayîtên zirxî yên bi tîpa “Bradley” pêk dihat, tevî wesayîteke leşkerî ya DSGê, ji bo şopandina tevgerên li herêmê li gundewarên bakurê Hesekê geriyan.
SOHRê ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, duh li gundewarê Dêra Zorê jî seferek li dar xistibû.
Her wiha hat ragihandin ku dewriyeyeke leşkerî ya ji 7 wesayîtên zirxî pêk tê, tevî wesayîteke leşkerî ya HSDê, ji kêlgeha petrolê ya El-Omer derketin û li gund û bajarokên Dêra Zorê geriyan.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku dewriye bi firîna helîkopteran a li herêmê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin