Serokê Tevgera Bedir Hadî el-Amiri bang kir ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê derxin
PeyamaKurd – Serokê Şî’a yê Tevegra Bedirê ya Iraqê Hadi el-Amiri bang kir ku hêzên koalîsyonê yên di bin serpereştiya Amerîka de, ji bo ji Iraqê derxin, hukumet ciddî pêngavê bavêje û teqwîmekî ji bo wextekî kurt destnîşan bike ji bo wan ji Iraqê derxe. El-Amiri daxwaza xwe nivîskî da û got:
“Hukumeta Iraqê ji bo hêzên koalîsyonê ji Iraqê derxe, divê ciddî, taybet û teqwîmekî ji bo wextekî kurt amade bike. Piştî wextekî aram, grûbên Îslamî yên berxwedêr êrîşê berjewendiyên Amerîka yên baregehên Ayn el-Esed û Herîr kirin. Ev jî bertekekî xwezayiye ji ber siyonîstên Îsraîlî li hemberê xelkê me yê Xezzayê sûcan dikin û Amerîka û hinek welatên Rojava destekê didin Îsraîlê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin