Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr xwest ku Iraq destê xwe nexe nav karê Sûriyê

05 December 2024 22:13 0 dîtin
Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr xwest ku Iraq destê xwe nexe nav karê Sûriyê

PeyamaKurd – Lîderê Şîa, serokê Rewta Sadr, Muqteda Sadr hişyariyê da Iraqê ku destê xwe nexe nav karên Sûriyê û got:

“Hukumeta Iraqê û xelkê wê, temamê terefan, mîlîs û hêzên asayîşê, weka çawa berê hatiye kirin, divê nehêlin mudaxeleyê karên nav Sûriyê bibin.”

Muqteda es-Sadr li ser bûyerên ku bi rojaye li Sûriye diqewimin weha got:

“Em rewşa welatê bira yê Sûriyê dişopînin. Em ji bo xelkê Sûriyê yê azad û bi şeref, ji temamê mezhebên wan re, ji bilî di’ayan tiştekî dinê nakin. Xwedê wan ji felaketan, terorê, tundî, zilm, reşayî, mezhebkarî û mudaxeleyên derve dûr bixe.

Em tewrê xwe yê ku emê mudaxeleyê nav karên Sûriyê nekin û destekê bidin biryara xelkê Sûriyê dewam dikin. Tekane teref yê çarenûsa xwe bike, xelk e.”

Sadr, her weha got ku kes nebe alavê kiryarên ku DYA-Îngîltere-Îsraîlê û hevkarên wan yên ku plana arîşeyên ku dîn, yekîtîyê û bihevrebûnê ji ortê radike û pirsgirêkan peyda dike. Daxwuyaniya Sadr weha dewam dike:

“Hukumeta Iraqê û xelkê wê, weka berê çawa ku mîlîs û hêzên ewlehiyê kirin, divê ber li wan bê girtin ku destê xwe nexin nav karên Sûriyê. Divê hukumeta Iraqê van mudaxeleyan bide sekinandin û kesên ewlehî, aştî û baweriya yekgirtî îhlal dike, ceza bike.”