Hereketa Sadr daxuyaniyekî bi îmza Muqteda es-Sadr belav kir

11 April 2024 21:47 0 dîtin
Hereketa Sadr daxuyaniyekî bi îmza Muqteda es-Sadr belav kir

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr ya Iraqê, Muqteda es-Sadr, bi îmza xwe belavokekî belav kir û got wê navê tevgera xwe biguhêrin û bikin ‘Tevgera Netewî ya Şîa’. Şirovekarên siyasî belavokê weka dagera Tevgera Sadr ya nav siyasetê şirove kirin.

Hesabên medya civakî yên nêzî tevgera Sadr yên Iraqê, îro hinek wêneyan belav kirin ku li ser wan bi Erebî ‘Tevgera Netewî ya Şîa’ nivîsandibû û li binî navê Muqteda es-Sadr hebû.

Çavdêrên siyasî yên Iraqê radigihînin ku navê nûh yê Tevgera es-Sadr tê gelek vateyan û gelek remz di nav de hene û tevger weke eksa kampanyayên berê yên heman tevgerê ne.

Di dewra berê de Tevgera Sadr xwe ji parlementoyê vekişandibû lê gelek endam û terefdarên wê zorê dida serperştan da bikevin nav siyasetê.