Komîta xwepêsandanan: “Muqteda El Sadr bi me re îxanetê kir”

25 January 2020 22:13 0 dîtin
Komîta xwepêsandanan: “Muqteda El Sadr bi me re îxanetê kir”

PeyamaKurd- Li Iraqê komîta koordînasyonê ya xwepêşandanan bi sedema ku Tevgera Sadr xwe ji xwepêşandanan vekişand, serokê tevgerê Muqteda El Sadr bi îxanetê sûcdar kirin. Sadr duhî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihandibû ku wê bi ti awayî xwe tevlî karê xwepêşandanan neke. Ev jî bû sedema şiroveya ku Sadr desteka xwe ji xwepêşandanan kişandiye.

Tevgera Sadr û destekvanên wî ji meyadanên xwepêşandanan çadirên xwe rakirin û li ser vê komîta xwepêşandanan weha ragihand:

“Em bi fetwayên olî an bi belavkirina twîtên Sadr derneketine kolanan. Sadr û destekvanên wî bila zen nekin ku wê şoreşa me û bexwedana me bi dawî were. Em heya bigihên armanca xwe, em ê li meydanan bin. Weka ku Sadr kir, em ê xwîna şehîdan bi peymanên siyasî neguhêrin. Îranê soz daye Sadr ku wî bike serokwezîr û bi vê kiryarê bi me re îxanetê kiriye.”

Di medyayê de tê gotin ku Îran soz daye Sadr da wî bike serokwezîr. Piştî ku Sadr xwepêşanê li hemberê Amerîkayê kir, desteka xwe ji meydanên xwepêşandanê vekişand.