Serok Mesûd Barzanî bi Muqteda El-Sadr re bi telefonê axifî
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê bi serokê Rewtê Sadr bi Muqteda El-Sadr re, li ser rewşa Iraqê axifî. Barzanî di axaftina xwe de balê kişand ser lihevkirina pêkhateyên Iraqê. Li gor ragihandina nivîsîngeha serok Barzanî; her dû alî li ser rewşa siyasî û lihevkairina pêkhateyên Iraqê axifîne. Divê di navbera pêkhateyan de xwe nêzkirina hev hebe.
Baregeha Sadr jî ragihand ku her dû lîder hemfikrin ku divê sef xwe bigihînin hev da ji xelkê Iraqê re xizmetê bikin. Axaftina serok Barzanî û Sadr ket pey biryara dadgeha federal ya bilind ya Iraqê.
Di hilbijartina 10 ê cotmeha 2021 ê ya Iraqê de, Tevgera sadr bi 73 parlementeran û PDK bi 31 parlementeran ketibûn parlementoya ku 329 kursiyê wê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin