Tevgera Sadr hedefeka nû nîsan da

03 September 2022 21:58 0 dîtin
Tevgera Sadr hedefeka nû nîsan da

PeyamaKurd – Endamê komîta xwepêşandanên Tevgera Muqteda es-Sadr Mihemed Ebûdî ragihand ku dê hemû saziyên dadwerî, saziyên qanûndananê û hukumetê divê ji desthilata partiyan bên paqijkirin û weha dewam kir:

“ Me serdema hikûmeta milîs bi dawî anî. Niha biryar di destê xelkê Iraqê de ye, ne di destê hevpar, milîs û aliyên paşverû de. Wê di demek pir nêzîk de hemû saziyên dadwerî, yasadanîn û hikûmetê ji serdestiya partiyan bên paqijkirin.”