Yekîtiya Awrûpayê li ser îdamkirina serokê tevgera Nîdalê bertek nîsan da

07 May 2023 01:19 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê li ser îdamkirina serokê tevgera Nîdalê bertek nîsan da

PeyamaKurd –Bi sedema îdama serokê Tevgera Nîdalê Habib Ferecullah Cab ku ji aliyê Îranê de hat îdamkirin, Yekîtiya Awrûpayê bertekê nîşan da. Di babetê de konseya Yekîtiya Awrûpayê nivîskî daxwuyanî da û got:

“Yekîtiya Awrûpayê, bi sedema Îranê serokê Tevgera Nîdalê ku hemwelatiyê Îsveç-Îranê ye, Habib Cab îdam kir, bi tundî Îranê şermezar dike. Di her halî de dibêje ku li hemberê bicîhanîna îdama wî ye û muxalefeta xwe radigihîne. Em bang dikin ku Îran cezayê îdamê rake û siyasetekî rast bimeşîne.

Zêdebûna jimara binçavkirina kêfî yên ku hemwelatiyên du welatane yên YA û YA-Îranê ne, nahêlin ku hemwelatiyên YA xwe bigihînin konsulxaneyên xwe, redkirina parastina konsulxaneyan û redda darizandina bi dadwerî, îhlala hûqûqa navdewletiye.”

Tevgera Nîdalê ku ji bo eyaleta Hûzistanê otonomiyê dixwaze, di sala 1999an de hatiye damezrandin. Navê wê bi temamî Haraketu'n-Nidal el-Arabiyye Li Tahriri'l-Ahvaz, (Ji bo rizgarbûna Ahwazê tevgera têkoşîna Ereb) e û navê xwe di bûyerên 2005an de bilind kir. Tevgera ku weka Nîdal tê naskirin, tv yekî wan ya bi navê "Ahvazuna" heye û weşana xwe bi Erebî dike.

Di 22 êlûna sala 2018an de, li bajarê Ahwazê di dema ahengên bîranîna şerê Iraq-Îranê de êrîş biribûn ser meşa fermî. Di meşê de 25 kes miribûn û 60 kes birîndar bûbûn. Îran bûyerê xistibû terefê Tevgera Nîdalê.

Serokê Nîdalê Habib Ferecullah Cab, di sala 2020an de hat girtin û di darizandina dadgeha Îranê de cezayê îdamê dabûnê. Cab, duhî serê siba het îdamkirin.